Ji bo avakirina demokrasiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mustafa Karabudak diyar kir ku ew ê Elewî di hilbijartina 14'ê Gulanê de piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.
Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mustafa Karabudak diyar kir ku ew ê Elewî di hilbijartina 14'ê Gulanê de piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.
Karabudak bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê ku ji bo ji serdema desteserkirina gel û baweriyan were derketin û got “Rewşa krîzê ya ku bloka AKP-MHP’ê ew kiriye wekî kangrenê êdî hatiye wê astê ku gel, jin, kedkar û hemû kesên hatine vederkirin nikarin tehamulî wê bikin.”
Karabudak axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk ku di sedsala duyemîn a Komarê de ji bo wekhevî, aştî û edaletê têdikoşe. Ez bang li hemû gelên bindest, kedkar, karker û ciwanan dikim ku li dora Partiya Çepên Kesk bicivin. Ji bo avakirina demokrasiyê dengek ji Partiya Çepên Kesk re û dengek ji Kemal Kiliçdaroglû re.”